Li Qamişlo Avabûna Hişmendiya Kolektîf a Kurdên Rojava Nirxandin

Semînereke Fikrî Li Qamişloyê Li Ser "Avabûna Hişmendiya Kolektîf a Kurdên Rojava" Hat Li Darxistin

Oct 7, 2025 - 15:52
Oct 7, 2025 - 15:55
Li Qamişlo Avabûna Hişmendiya Kolektîf a Kurdên Rojava Nirxandin
Semînereke Fikrî Li Qamişloyê Li Ser

Qamişlo - Kurdistan: Şemî ya roja, 04.10.2025, bi banga Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamegerên Kurdistana Sûriyê, li Pirtûkxane û Kafêya Qelayê, semînereke fikrî bi sernavê: "Avabûna Hişmendiya Kolektîf a Kurdên Rojava" hate lidarxistin. Di vê semînerê de Mamoste Mihemed Osman Ciza axivî.

Semîner bi pêşwazîkirina mêvanan dest pê kir û deqeyek rêzgirtin ji bo giyanên şehîdan û giyanê helbestvan Mizgîn Hesko hat girtin. Paşê heval Hîkmet Îbrahîm kurteyek derbarê jiyana mamosteyê semînerê û karên wî yên ji bo pirtûkxaneya Kurdî kiriye, pêşkêş kir.

Mamoste Mihemed Ciza, axaftina xwe bi spaskirina her du yekîtiyan û mêvanan dest pê kir û bi kurtî behsa naveroka semînerê kir. Wî dîroka tevgera neteweyî ji salên bîstan ên sedsala borî heta îro vekoland û bal kişand ser dîroka avakirina bingehê yekemîn a tevgera siyasî. Di axaftina xwe de wî behsa pêşengên nifşê yekemîn û pirsgirêk û paşveçûnên ku di vê tevgerê re derbas bûne, kir.

Mamosteyê semînerê bi dirêjî li ser dîroka tevgera Kurd bi giştî û pêşveçûna hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd rawestiya.

Semîner bi destwerdanên amadebûyî yên ji nivîskar, helbestvan û siyasetmedaran dewlemend bû.

Di dawiya rûniştinê de, heval Hîkmet Îbrahîm spasiya Mamoste Mihemed Ciza kir ji bo semînera wî ya hêja, her weha spasiya mêvanên hêja kir. Ji aliyê xwe ve, Mamoste Mihemed Ciza jî spasiya her du yekîtiyan kir û spasiya cemawerê taybetmend kir.