Dizeyî Pêşwaziyê li Balyozê Kanada li Iraqê Kir
Sefîn Muhsîn Dizeyî Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Balyozê Kanada li Iraqê Kir

Hewlêr - Kurdistan: Îro Duşem, 5ê Cotmeha 2025an, Sefîn Muhsîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Kristofer Boyim, Balyozê Kanada li Iraqê û şanda pê re kir.
Balyozê Kanada pesnê hevkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ji bo peydakirina atmosfereke guncaw ji bo veberhênan û karê bazirganî li Herêma Kurdistanê. Wî herwiha xwesteka welatê xwe ji bo berfirehkirina bazirganiya Kanada li Herêmê di paşerojê de anî ziman.
Di bersivê de, Berpirsê Peywendiyên Derve amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da ji bo bihêzkirina têkiliyan digel welatên derve, û ji bo vê armancê tekezî li ser pêşkêşkirina her cure hêsankariyê kir.
Di civînê de, rewşa Rojhilata Navîn û pêşhatên di derbarê pirsgirêka aştiyê de li herêmê, hate gotûbêjkirin. Her du aliyan hêvî kirin ku aştî pêk were û gelên herêmê ji tundûtûjiyê dûr bikevin.