Kursa Kurdî Dest Pê Kir Û 2.500 Fêrxwaz Beşdar Bûn
Çaremîn Kûrsa Fêrkirina Zimanê Kurdî Ji Bo Xwendekarên Kurd ên Diyasporayê Dest Pê Kir

Hewlêr - Kurdistan: Îro Yekşem, 5ê Cotmeha 2025, bi beşdarbûna Dr. Alan Hema Seîd, Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Xelîl Şerîf Mewlûd, Nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, merasîma vekirin û destpêkirina çaremîn kursa fêrkirina zimanê Kurdî bi awayê online (serhêl) hat lidarxistin. Di vê bûyera girîng de, bi dehan xwendekarên Kurd ên ku li welatên cuda yên Ewropa, Amerîka, Awistralya û Asyayê dijîn, digel beşek ji malbatên wan, amade bûn.
Di destpêka merasîmê de, Wezîrê Perwerdeyê silavên Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêzdar Mesrûr Barzanî, gihand xwendekarên beşdar û malbatên wan. Dr. Alan Hema Seîd di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya fêrbûna zimanê zikmakî û piştgiriya malbatên beşdaran ji bo zarokên wan di warê fêrbûna zimanê Kurdî de bilind nirxand. Herwiha spasiya malbatan kir û hêviya serkeftinê ji bo hemû beşdaran xwest. Dr. Alan Hema Seîd amaje bi piştgiriya Serokwezîr ji bo van kursan kir û destxweşî li mamosteyên dilsoz kir ku bi dilxwazî ji Kurdistanê dersan didin.
Dû re, hejmarek ji xwendekar û xizmên wan di çend axaftinan de spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Perwerdeyê kirin ji bo amadekirina van kursan. Wan daxwaz kirin ku ev kurs bêtir pêşve biçin û berdewam bin, ji ber ku zarokên wan bi rêya van kursan fêrî nivîsandin û xwendina zimanê zikmakî bûne.
Hêjayî gotinê ye ku ev kurs ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve bi rêya Konfederasyona Revenda Kurdistanî têne organîzekirin. Tenê di çaremîn kursê de 2.500 xwendekar ji 40 welatên cîhanê beşdar in, ku ev yek girîngî û berfirehiya vê însiyatîfa perwerdeyî nîşan dide.