Rêxistina Holandî bîsîkletek pêşkêşî Odeya Bazirganî Kir
Rêxistina Xêrxwazî ya Holandî NTHK, Diyariyeke Taybet Pêşkêşî Odeya Bazirganiyê Kir

Hewlêr - Kurdistan: Îro Çarşemê, 1ê Cotmeha 2025an, Xelîl Goran û Kameran Mihemed Salih, endamên Encûmena Rêvebir a Jûra (Odeya) Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê, bi amadebûna Şivan Ebdulrehman, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Odeyan, Hêmîn Farûq Nanekelî, Rêveberê Giştî yê Odeyê, û Omer Xidir, Berpirsê Beşa Têkiliyan a Odeyê, pêşwazî li Sandî Sihûd, nûnerê rêxistina xêrxwazî ya Holandî NTHK kirin.
Di çarçoveya serdana xwe de, weke nîşaneyeke çandî ya Holandî û ji bo kêmkirina qirêjiya jîngehê ya ji ber otomobîlan û teşwîqkirina welatiyan ji bo bikaranînê, rêxistinê bîsîkletek pêşkêşî Odeyê kir.
Ji aliyê xwe ve, Xelîl Goran, endamê Encûmena Rêvebir a Odeyê, piştî xêrhatinkirinê, spasiya wan ji bo vê diyariyê kir û hêviya hevkariyeke zêdetir di navbera her du aliyan de xwest.
Herwiha Omer Xidir, berpirsê Beşa Têkiliyan a Odeyê, bal kişand ser asoyên têkiliyên her du aliyan bi armanca giringîdan bi civaka Kurdistanî.