KRK Diyasporayê Bo Civînekê Li Kielê Vedixwîne
Rêzdar Şîfa Barzanî: Serpereştiya Giştî ya Diska Diyasporayê li Baregeha Barzanî, dê behsa girîngiya diyasporayê û rola wê di pêşxistina doza Kurdistanê de bike.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî (KRK) hemû Kurdistanî û dostên wan vedixwîne civînek girîng ku dê li bajarê Kiel yê Almanyayê bê lidarxistin. Armanca vê civînê danasîna xebat û bernameya konfederasyonê ye, herwiha gotûbêjkirina rola diyasporayê di pirsa Kurdistanê de.
Civîn dê di 24ê Îlona 2025an de, roja Çarşemê, saet 17:00an de li Navenda Boneyên Mega-Saray, li navnîşana Wilhelmstr. 11-13/24143 Kiel pêk were.
Di vê civînê de, du axaftvanên sereke dê di derbarê mijarên girîng de agahiyan bidin:
Rêzdar Şîfa Barzanî: Serpereştiya Giştî ya Diska Diyasporayê li Baregeha Barzanî, dê behsa girîngiya diyasporayê û rola wê di pêşxistina doza Kurdistanê de bike.
Îsmaîl Kamil: Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, dê xebat û bernameya konfederasyonê, herwiha armancên wê yên ji bo xizmetkirina civaka Kurdî ya li derveyî welat, pêşkêş bike.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî hêvî dike ku beşdariyeke zêde di vê civînê de çêbibe û destnîşan dike ku beşdariya her kesî, ji bo wan cihê dilxweşiyê ye. Ev civîn dê bibe derfeteke baş ji bo agahdarkirin û xurtkirina têkiliyên di navbera diyasporaya Kurdî de.
Hemû Kurdistanî û kesên eleqedar bi doza Kurdistanê, bi xêr werin vê civîna girîng.
Cih: Navenda Boneyên Mega-Saray, Wilhelmstr. 11-13/24143 Kiel
Dem: 24.09.2025, Saet 17:00