Masta Kurdî Li Nav Bazara Amerîkayê

Heta di vê rêyê de gef li wan hatine xwarin ku heke navê "Kurd" li ser berhemên xwe ranekin, dê zirarê bibînin, ji ber ku hîn bi dehan neteweyên cuda hene ku bi bihîstina navê Kurd, direvin. "Marka û Brandê me nûnertiya Kurd û dîroka Kurdistanê dike, em qet li ser wê tawîzê nadin." Ev bersiva Helmet bû ji bo hemî gefan.

Sep 18, 2025 - 19:29
Sep 18, 2025 - 19:45
Masta Kurdî Li Nav Bazara Amerîkayê
Masta Kurdî Li Nav Bazara Amerîkayê

Her Kurdek li Amerîkayê, dema cara yekem masta Hewlêrê tam dike, yekser bê dudilî wêneyê qedeha mastê li ser medyaya civakî belav dike. Xuyaye nikare wê hestê veşêre ku ji ber tama mastê di dilê wî de çêdibe.

Min bihîstiye ku bi yekem qutikê re, mirov bîranîneke serdema zaroktiyê tîne bîra xwe, vedigere wan rojan ku tevahiya malbatê li dora sifra serê sibê, bi hev re mast dixwarin.

Rojek Dr. Bîlal Wehab, niha Serokê Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê, li ser qedeheke masta Hewlêrê nivîsîbû "Îcar Amerîka Amerîka ye". Rojnamevaneke Ereb bi navê Şeban Ebûd, ligel wêneyê masta Hewlêrê, çîroka serdema zaroktiya xwe vegotibû û ev jî veşartibû ku her hefte çend kîlometreyan dibire, tenê ji bo kirîna şîrê Hewlêrê li eyaleta Virginia yê. "Ew tenê şîr e di nav ewqas şîrên Erebî, Tirkî û Yûnanî de, tama wê te vedigerîne serdema zaroktiyê."

Min dît ku her kesê ku vî şîr û mastê "Kurdî" tam dike, bîranînên serdema zaroktiyê di mejiyê wî de zindî dibin.

Ya rast, min heta niha masta Hewlêrê tam nekiriye, lê min gelek li ser bihîstiye. Ez li eyaleta New Hampshire dijîm, hîn li vê herêma ku wekî "New England" tê zanîn, masta Hewlêrê peyda nebûye. Îcar min biryar daye ku dema ez çûm Virginia yê an Chicago yê, yekem tişt li şûna kebabê, masta Hewlêrê tam bikim. Min ev soz jî da 'Helmet Nanakelî' xwedan û rêveberê cîbicîkar ê masta Hewlêrê.

Helmet Nanakelî di sala 1984an de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Her li bajarê Kela û Minare çûye dibistanê. Bavê Helmet, Reşîd Nanakelî, di sala 1996an de ji tirsa şer û wêraniyê û rejîma Sedam, ber bi Amerîkayê koç dike. Her çend jiyana vê malbatê xweş bûye, zeviyeke mezin û karsaziyên din hebûn, lê welatê xewnan di serê Reşîd de ye. Destpêkê bi tenê rêya mayîn û nemanê digire ber xwe, li pişt xwe jî jinek û deh zarok li Hewlêrê dihêle.

Piştî çûyîna Reşîd, ew malbata yanzdeh kesî jiyaneke gelek dijwar derbas dike. "Em hîn zarok bûn, neçar man vegerin cem xalê xwe li gundê Serdar." Helmet rondik di çavên wî de asê mabûn, dema wiha qala çîroka serdema zaroktiya xwe dikir.

Helmet û diya wî û zarokên din, du salan li mala xalê Helmet, ku xwediyê zeviyeke mezin û bi dehan serê pez bû, dimînin.

Diya Helmet bi dijwarî kar dike, berî sibehê radibe, çêlek û bizinan dide, mast çêdike, penîr û jajî çêdike û bazara bajêr bi wan berhemên xwecîhî difroşe. Wekî ku Helmet ji min re got, di salên heştêyan de, ew mastê ku diya Helmet çêdikir, navdariya wî li seranserê Hewlêrê belav bûbû.

Bavê Helmet digihîje Amerîkayê, piştî pênc salan benda, di dawiyê de malbata xwe dikişîne cem xwe û hemî di sala 2001an de li Chicago yê dîsa bi hev şa dibin. Wekî her malbateke penaber, malbata Helmet jî dîsa ji sifirê dest pê dike. Tevî dijwariya jiyanê, lê dev jê bernadin. "Kurdîtî, berxwedanî û şanazî bi mîrasa xwe û rêzgirtina min a kûr ji kevneşopiya Kurdewarî di dilê min de çandiye." Dema min jê pirsî, çawa bi ser vê jiyana dijwar de hatin? Helmet ev hevok wekî destpêka axaftina xwe kir.

Piştî çend salan li Amerîkayê, dîsa çêkirina mast û hilberîna berhemên xwecîhî dibe mijara nîqaşên nav malbata Reşîd. Her cara ku hemû bi hev re kom dibin û meclîsa xwe bi çay û gulberojê germ dikin, dêûbav dixwazin heta ew di jiyanê de ne, zarokên xwe bixin ser rêyekê, ne tenê pişta xwe bi xwe ve girêdin û qezenceke maddî bikin, lê bi vê yekê jî karibin çand û dîroka Kurdistanê bi cîhanê bidin nasîn.

Destpêkê li malê dest bi çêkirina mast dikin. Diya Helmet dîsa dibe aşpêj û hostayê mastê bêhempa. Çend salan wiha didomînin, lê dibînin ku daxwaza li ser mastê Kurdî her ku diçe zêdetir dibe. Lewma di sala 2018an de bi fermî şîrketa 'Mastê Kurdî yê Hewlêrê' li eyaleta Illinois ê vedikin.

Çend roj berê min bi têlefonê axaftineke xweş bi Helmet re kir. Ew bi serbilindiyeke zêde digot: "Mastê Kurdî yê Hewlêrê ne tenê karsazî ye, lê belê amûrek e ji bo nasandina çand, dîrok û şaristaniya Kurdistanê. Her ji navê şîrketê bigire, heta digihîje dîzayn û berhemên wê bi xwe." Îcar bi rastî jî dema bala xwe didî qedeha mastê, hemî hûrgulî bi hostayiyeke bêdawî hatine sêwirandin û dizaynkirin, nîşana bedewiya xweza û sirûşta Kurdistanê û dewlemendiya dîrok û şaristaniya Kurd, her ji dûr ve nîşan dide ku erê, ev welatê Kurdan e, ew axa ku cara yekem di dîroka mirovahiyê de çandinî lê hatiye kirin.

Reşîd Nanakelî dema xewna xwe û malbata xwe dike rastî, koça dawî dike. Helmet bi çavên tije hêsir, ah ji bo nemana bavê xwe dikişand, hingê bi dengekî nizm got: "Bavê min parçeyeke neveqetandî ye di vê rêwîtiyê de. Ew îlhamberxş û mamosteyê me bû. Hemî xewna wî ew bû ku mastê Hewlêrê li ser refên hemî firoşgehên Amerîkayê bibîne."

Piştî wefata Reşîd, Helmet û birayê wî Şalaw serokatiya kargeha xwe girtin ser milê xwe. Niha bi dehan karkerên Kurd di kargeha mastê Hewlêrê de kar dikin. Îcar piştî ewqas koçberî û wêraniya vê malbata berxwedêr, min gelek hez dikir bizanim Helmet çawa hîs dike ku ew bi eslê xwe Kurd e? Nehîşt ku ez axaftina xwe biqedînim, yekser dest bi axaftinê kir: "Kurdîtî, hem şeref e û hem berpirsiyarî." Dûv re hinekî sekinî, nefesek kişand, min nizanîbû di wê demê de li çi difikirî. Dibe ku axaftineke bavê xwe yê koçkirî bîra wî hatibe. "Berxwedanî û dev jê neberdana Kurdan, rojane rêberiya min dike, ne tenê di çawaniya çêkirina berhemên me de, lê belê çawa bi destpakî û paqijî mastê bigihînin kiryaran."

Ez ji wê axaftina dirêj a ku min bi Helmet re kir, fêm kirim ku ew ji bo gihîştina îro gelek zehmetî kişandine. Heta di vê rêyê de gef li wan hatine xwarin ku heke navê "Kurd" li ser berhemên xwe ranekin, dê zirarê bibînin, ji ber ku hîn bi dehan neteweyên cuda hene ku bi bihîstina navê Kurd, direvin. "Marka û Brandê me nûnertiya Kurd û dîroka Kurdistanê dike, em qet li ser wê tawîzê nadin." Ev bersiva Helmet bû ji bo hemî gefan.

Kêfa min ji wê têkiliya xurt a xwe bi Kurdên li Bakurê Amerîka û li Ewropayê re tê. Her malbateke Kurd ku ez dibînim, berî her tiştî ji wan dipirsim, çawa dikarin ziman û çanda neteweya xwe biparêzin? Hinek dibêjin: Divê em zarokan zû hînî ziman bikin. Hinekan bawer dikin ku her sal çûyîna Kurdistanê ji bo nifşê nû, dermanê hemî derdan e. Lê Helmet cuda, ev pirsgirêkê wiha dibîne: "Xwarin yek ji bihêztirîn têkiliyên çandî ye, em dikarin bi rêya mastê Hewlêrê, perçeyek ji dîrokê bi her kiryarekî re parve bikin." Îcar bi rastî jî, helbestvan Kejal Ehmedê bêpere negotiye: "Ji bo te dimirim Hewlêra mast."

Goran Şaxevan