Pirtûka Ferhad Pîrbal a li ser Evdirehîm Rehmî Hekarî Ji Lîs ê Derket

Weşanxaneya Lîs Pirtûka Ferhad Pîrbal a li ser Pêşengê Edebiyata Kurdî Evdirehîm Rehmî Hekarî Weşand

Sep 14, 2025 - 11:49
Pirtûka Ferhad Pîrbal a li ser Evdirehîm Rehmî Hekarî Ji Lîs ê Derket
Evdirehîm Rehmî Hekarî

Diyarbekir - Kurdistan: Weşanxaneya Lîs berhemeke nû ya romannivîs û lêkolînerê hêja Ferhad Pîrbal weşand, ku tê de bere xwe daye helbestkar, şanonamenivîs û pexşanivîsê pirhêl Evdirehîm Rehmî Hekarî (1890-1958). Pirtûk, girîngî û mîrasa Hekarî di nava edebiyat û tevgera Kurdî de ronî dike.

Evdirehîm Rehmî Hekarî, ku endamê çalak ê gelek rêxistinên Kurdî bû, wekî Komeleya Xwendekarên Kurd bi navê Hêvî û herwiha endamê damezrîner ê Komeleya Tealî ya Kurd, di dîroka edebiyata Kurdî de bi gelek nûbûnan tê nasîn. Li gorî lêkolîna Ferhad Pîrbal, Hekarî yekemîn kes e ku bi bandora nivîsa Ewropayê, form û awayekî nû yê hunerî, ango şanoname, anîye nava edebiyata Kurdî û ew bi Kurdan daye naskirin. Şanoname formeke edebiyata rojavayî ye ku bi saya Hekarî ket nava çanda Kurdî.

Taybetiyeke din a balkêş a Hekarî, fikra wî ya Îslamî bû ji bo çareseriya pirsgirêka neteweyî. Pîrbal di berhema xwe de diyar dike ku Hekarî hewl daye têgihîştina olî û perspektîfa îslamîstan di çarçoveya bîra welatperweriya Kurdî de bihelîne, ango xwestiye ol û nîjadê bi hev ve bikelijîne. Ev yek taybetmendiyeke perspektîfa Hekarî ya siyasî û fikrî ye.

Her wiha, Evdirehîm Rehmî Hekarî wek yekemîn helbestkarê hevçerx ê Kurd tê zanîn ku berhemên xwe di kovareke Kurdî de weşandiye. Wî kovar kiribû amrazek ji bo pêkanîna projeyeke nûkirina helbestê. Di helbestê de, wî kêşeya pençeyê di helbesta Kurdî de bi kar anîye û bi vî awayî di vî warî de bûye rêberek.

Wekî nimûne, Hekarî di yek ji helbestên xwe de wiha dibêje:

"Ez mame sêwî bê da û bab im

Xanîyê mi sotin, ez malxirab im

Babê mi kuştin bêdîn kuffaran

Muhtac im îro destê neyaran"

Pirtûka nû ya Ferhad Pîrbal, ji bo nifşên nû û lêkolîneran, deriyekî nû li ser jiyan û xebatên Evdirehîm Rehmî Hekarî vedike û pêşengiya wî di pêşxistina edebiyat û hişyariya neteweyî ya Kurdî de careke din destnîşan dike.