ENKS Tekezî li Ser Yekîtiya Kurdî û Mafên Neteweyî yên li Sûriyê Dike
ENKS Piştî Civîna Sekreteriya Giştî: Tekezî li Ser Yekîtiya Kurdî û Mafên Neteweyî yên li Sûriyê

Qamişlo - Kurdistan: Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di civîna xwe ya periyodîk û asayî de ku di 13'ê Îlona 2025'an de li Qamişloyê pêk anî, pêşketin û geşedanên dawî yên siyasî li ser qada Sûriyê û Kurdistanê nirxandin. Civînê bi taybetî li ser pêşveçûnên têkildarî doza Kurd li Sûriyê sekinî û bi çend biryar û pêşniyarên ji bo xurtkirina rola ENKS'ê di qonaxa bê de bi dawî bû.
Sekreteriya Giştî tekezî li ser pabendbûna tam a Encûmenê bi encamên Konferansa Yekîtiya Helwêst û Rêza Kurdî ya ku di 26'ê Nîsana borî de hatibû lidarxistin, kir. Herwiha, civînê girîngiya çalakkirina rola şanda hevpar a Kurdî û bihêzkirina wê ji bo pêkanîna erkên wê di proseya siyasî de destnîşan kir. ENKS'ê dubare kir ku armanca vê proseya siyasî dîtina çareseriyekê ji bo doza Kurd li Sûriyê ye ku divê ev çareserî mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd di çarçoveya Sûriyeke demokratîk, nenavendî û yekbûyî de misoger bike.
Endamên civînê her wiha destnîşan kirin ku yekîtiya helwêsta Kurdî ya ku di konferansa Nîsanê de hat bidestxistin, pêngaveke girîng e û divê li ser wê bê avakirin û pêşve bibe. Pêşveçûna wê divê şirîkatiya rastîn di navbera aliyên cuda yên Kurdî de li ser hemû astan bigre nava xwe, li ser bingeha prensîbên "Peymana Dihokê" ya sala 2014'an, û peymanên ku di bin çavdêriya Amerîka de di sala 2020'an de hatine encamdan, di nav de damezrandina desthilatdariyeke Kurdî.
Di çarçoveyek pêwendîdar de, civînê girîngiya xurtkirina hebûna ENKS'ê li ser astên Kurdî û niştimanî destnîşan kir. Her wiha tekezî li ser pêwîstiya berfirehkirina tora têkiliyên wê bi pêkhateyên cuda yên gelê Sûriyê û hêzên siyasî û medenî yên çalak re kir. Armanc ji vê yekê gihandina deng û daxwazên gelê Kurd ji hemû aliyên têkildar bi çareseriya siyasî re ye, da ku veguherîneke siyasî ya berfireh ku daxwazên Sûriyan ji bo azadî, dadmendî û şirîkatiya niştimanî pêk tîne, were bidestxistin.
Sekreteriya Giştî careke din tekezî li ser pabendbûna tam bi prensîba xebata kolektîf û pêgiriya bi rêziknameya bingehîn a ENKS'ê kir. Wê destnîşan kir ku divê hemî biryar di çarçoveya saziyên pejirandî û mekanîzmayên şêwirîna navxweyî de bêne girtin, da ku beşdarbûna bibandor a hemî dezgehên Encûmenê di çareserkirina mijarên çarenûsî yên ku gelê Kurd pê re rû bi rû ye, were misoger kirin.