Wezîrê Derve yê Fransayê Pesna Serok Barzanî da: Rêberê Dîrokî yê Kurd
Barrot nivîsî, "Ez bi Serok Barzanî, rêberê dîrokî yê Kurd, re civiyam û me li ser xurtkirina têkiliyên di navbera Fransa, Iraq û Herêma Kurdistanê de gotûbêj kir. Pêşxistina têkiliyan ji bo berjewendiya aramiya herêmê ye."
Êvara îro Înê, Serok Barzanî li avahiya Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi Jean-Noël Barrot, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re civiya.
Piştî nîvroya îro li Parîsa paytexta Fransayê, Serok Barzanî serdana qesra Wezareta Karên Derve ya Fransayê kir û ji aliyê Jean-Noël Barrot, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê ve hat pêşwazîkirin û wan civînek lidar xist.
Di civînê de, tekezî li ser xurtkirina têkiliyên di navbera gelê Kurd û Fransayê de hat kirin. Herwiha, behsa rûbirûbûna hizra tundrew a DAIŞê li herêmê hat kirin û metirsiyên ji nû ve derketina Daiş ê hatin gotûbêjkirin.
Jean-Noël Barrot, Wezîrê Karên Ewropa û Derve yê Fransayê, li ser hesabê xwe yê tora X ragihand ku ji niha û pê ve, kolanek li Parîsa paytexta Fransayê dê bi navê "Pêşmerge" be. Ev gav wekî nasnameyeke herheyî ya Fransayê ji bo rola birayên Kurd di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de tê.