Li Awistirya Kurê Kurdistanê li asta Ewropayê de bû yekem
Elî karîbû soza xwe pêk bîne û cihê yekem bi dest bixe û ala Kurdistanê li ser sehnên xelatdayînê bilind bike, û piştî vê destkeftinê, Elî di paşerojê de dixwaze bibe şampiyonê cîhanê bi navê Kurdistanê, da ku karibe ala Kurdî di forumên navneteweyî de bilind bike.
Roj bi roj, zarokên civaka Kurdistanê li çaraliyê cîhanê destkeftiyên herî mezin tomar dikin, da ku navên xwe di rûpelên dîrokê de di warên cuda yên jiyanê de wek kesên xwedî taybetmendî û afirîner di pisporî û hobiyên xwe yên bijarte de tomar bikin.
Elî Hesen Mîranî ji gundê Quldûman ê herêma Koçeran a Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, 13 salî ye, ji sala 2015an ve bi malbata xwe re li bajarê Linz ê Awistriyayê dijî û bi hezkirin û kelecaneke mezin lîstika Jûdo yê dilîze, ew beşdarî yek ji yaneyên Awistirya yê bû û ji sala borî ve dest bi perwerdehiyê kiribû.
Di van rojan de, li paytexta Awistiryayê Viyana yê, şampiyoniyek li ser asta Ewropayê hat lidarxistin, ku tê de nêzîkî 800 lîstikvanên ji her cûre temenî û ji 23 welatan beşdar bûn. Elî jî yek ji wan lîstikvanan bû û di kategoriya 14 salî de beşdar bû tevî ku ew bi tenê 12 salî bû, û ew yekane Kurd bû di navbera kategoriyên temenî yên heta 14 salî de.
Astengî û Zehmetî
Di maça xwe ya duyemîn de, Elî tiliya wî birîndar bû, ku bû sedema derketina wî ji şampiyoniyê bêyî ku ti madalyayê bi dest bixe, lê wî wê demê soz da xwe ku ew ê bixebite û perwerde bike da ku îsal yek ji cihên pêşîn bi dest bixe.
Pêkanîna Soz û Bidestxistina Xewnê
Du roj berê, heman şampiyonî îsal li paytexta Awistiryaya Viyanayê dest pê kir, û beşdarbûn mezintir û berfirehtir bû, ji ber ku 960 lîstikvanên ji 28 welatên ji çaraliyê Ewropayê, ji hemî kategoriyên temenî û di nav du rojan de beşdar bûn.
Elî di kategoriya 14 salî de beşdar bû tevî ku ew 13 salî bû, û hejmara beşdarên di vê kategoriyê de îsal zêdetirî 250 lîstikvan bû.
Elî karîbû soza xwe pêk bîne û cihê yekem bi dest bixe û ala Kurdistanê li ser sehnên xelatdayînê bilind bike, û piştî vê destkeftinê, Elî di paşerojê de dixwaze bibe şampiyonê cîhanê bi navê Kurdistanê, da ku karibe ala Kurdî di forumên navneteweyî de bilind bike.