Mikail Aslan nivîsand; Di Xaneya Xizir de
Dîrokek me heye. Dîrokeke xayînên me jî heye. Dema em dîroka xwe ji bîr dikin, ya wan dest pê dike. Ev e ye, bi Walîyê nû yê qeyûmê re dîroka xwe didomînin.
Ev rojên pêvajoyên asîmîlasyonê ne ku hema hema bi dawî dibe,
Lewma jî nerazîbûnên bi hêz û xurt nînin...
Ev demeke ku yên bi "şecere"yan digerin û nakarata "ez tirkê resen im, misilman im" dibêjin, her ku diçe zêdetir dibin…
Ev demeke ku yên ji qeyûmên berê re "Xizir" digotin, ji yên nû re jî dibêjin "Waliyê nû hatî walîyek pir baş e" zêdetir dibin…
Yê nû bi maskeya "qenciyê" tam di demeke wiha de mizgeftê li mala Munzur Baba de ku yek ji pîroziyên me ye, ava kir. Ev e ye mizgefta xemilandî û portatîf wekî ala fethê li ser çavkaniya me ya pîroz de danîn. Bi salan e ku ji bo veguherandina wê derê li ser bexçeyek neteweyî, gelek dek û planan kirin, bi saya devşîrmeyan û bê eslan di dawiyê de bi ser ketin.
Yanî "azadiya baweriyê?"
Baş e, li kîjan xala van axên ku zîhniyeta înkarê lê serdest e, li kêleka mizgeftek, kompleks, an jî niştecîhekê de, cîhek cemxaneyê heye?
Hin devşîrme û oldarên dewletparêz bi hev re mil bi mil ketine nava hev û dibêjin "ma ne çi bûye, ew jî mala Xwedê ye" û tiştên rûdayî bêguneh dikin û tiştên ku ji wan re xweş tên, dixwazin bi me jî bidin qebûl kirin.
Dîrokek me heye ku divê em ji bîr nekin. Em van kirinan ji Kenan Guven, walîyê generalên faşîst/derbekar ên salên heştêyan ve, dizanin. Vî walî yî jî kevirên gorên me li Mamêkîyê berhev kirin û dan pêşandan. Kevirên gorên me xist barhilgir û kamyonan, bir cihekî û da şikandin, da îmhakirin. Li gundên Aleviyan mizgeft çêkirin. Îro ew "Dede"yên ku nimêja cenazeyê didin kirin, ji wî walî yî mane!
Ew bû yê ku qibleya miriyên me yên ku di gorê de, berê rûyê wan li rojê ve bû, guherand.
Dîrokek me heye. Dîrokeke xayînên me jî heye. Dema em dîroka xwe ji bîr dikin, ya wan dest pê dike. Ev e ye, bi Walîyê nû yê qeyûmê re dîroka xwe didomînin.
Ey xayînnoo, rûyê we bi qasî dilê we reş e!
Em in yên ku ji çavkaniya Munzurê didizin û diherikin!