Baregeha Barzanî wê bêrêziya li hember Mîrê Êzdiyan hatî kirin şermezar dike
Her ji vir piştevaniya xwe ji bo birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg dûpat dikîn û hemû hewlek jî, ji bo dirustkirina du berekiya li nav Êzdiyan û sivikayetî kirina bi pîroziyên wan red dikîn.

Daxuyaniyek ji Baregeha Barzanî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Gelek bi tundî, wê bêrêziyê şermezar dikîn ku ji aliyê kesekê nezanê Êzdî ve, li bajarê Berlînê li dijî birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan li Kurdistan û Cîhanê û Serokê Civata Ruhaniya Êzdiyan hatiye kirin.
Tevgerên bi vî awayî mebesteke xerapkarane li pişte û bi tu awayekê nayê qebul kirin.
Her ji vir piştevaniya xwe ji bo birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg dûpat dikîn û hemû hewlek jî, ji bo dirustkirina du berekiya li nav Êzdiyan û sivikayetî kirina bi pîroziyên wan red dikîn.
Baregeha Barzanî
05ê Tebaxa 2025