Li parêzgeha Helebçeyê du ciwan hatin kûştin

Polîsê Helebçe ragihandiye, bi gumana bûyerê du kes bi biryara dadwerê lêkolînê ya bi maddeya 406 ya li yasaya sizayên Iraqê hatine destgîrkirin û perava lêkolînê li Binkeya Polîsên Helebçeyê ji bo bûyerê hatiye vekirin û lêkolîna li ser bûyerê berdewamin.

Aug 5, 2025 - 10:35
Li parêzgeha Helebçeyê du ciwan hatin kûştin

Birêveberiya Polîsên Parêzgeha Helebçeyê ragihand, sipêdehiya îro destdirêjî li sê ciwanan hatiye kirin, du ji wan hatine kûştin û ew ê din jî birîndar e.

şema 5 ê Tebaxa 2025 Birêveberiya Polîsên Parêzgeha Helebçeyê ragihand: Sipêdehiya îro demjimêr sê ya berî sipêdê, li taxa Fermanberan, destdirêjî li sê ciwanan hatiye kirin. Ji ber wê destdirêjiyê jî du ji wan ciwanan hatine kûştin ku navên wan (B.C.F) temen 20 salî, her wiha (Ş.M.A) ku temenê wî nehatiye eşkere kirin. Polîs nav û temenê wî ciwanî belav kikiye ku ji destdirêjiyê de birîndarbûye ku navê wî (P.M.T.) temen 31 saliye.