Weşanxaneya Dozê 3 pirtûkên nû çap kirin

Li ser berga pirtûkê wiha hatiye nivîsîn,”Ew zarokên westiyayî yên çiyayên dûr in; pêlavên wan qirêj, çavên wan jî tijî bi xewn in. 3 dengên ciyawaz li ser dîwarên sar ên YÎBOyê olan dide: Bêdengiya Keno, hêrsa veşartî ya Zoro, çîrokên şikestî yên Şîno...

Jul 24, 2025 - 17:32
Aug 2, 2025 - 17:33
Weşanxaneya Dozê 3 pirtûkên nû çap kirin

Di nav berhemên nû de ferheng, lêkolîneke dîrokî û romanek heye.

Weşanên Dozê ku yek ji weşanxaneyên herî kevn ên Bakurê Kurdistanê ye, 3 berhemên nû di warên ferhengsazî, lêkolîna dîrokî û edebiyatê de pêşkêşî xwendevanên Kurdî kirin.

Ferhengeke navan ji bo zarokan

Berhema yekem, “Ferhenga Navên Zarokan” e ku ji aliyê lêkolîner û nivîskar Mustafa Uzun ve hatiye amadekirin. Uzun di vê xebata xwe de nêzîkî 3 hezar û 900 navên Kurdî berhev kirine.

Nivîskar Mustafa Uzun ev berhema xwe diyarî birayê xwe yê nivîskar Mehmed Uzun kiriye.

Nivîskar li ser berga pirtûkê gotiye, “Hinek navên ku nû hatine çêkirin, wekî Arhat, Dilhat, Raperîn, Jewtenya, Nûpelda û hwd, navên xwerû bi Kurdî ne û bi fantazî û ruhiyeta Kurdayetiyê hatine çêkirin û bûne navên Kurdan, ji ber vê yekê jî ew êdî navên Kurdî ne.

Eger navek bi tenê jî ji vê berhevokê ji bo keçeka Kurd, lawekî Kurd bê hilbijartin, ez gihiştime armanca xwe û min soza ji kekê xwe Mehmed Uzun re dabû aniye cih.”

Lêkolînek li ser Serhildana Bedlîsê

Berhema duyem, “Mele Selîm û Parastina Wî Ya Li Dijberî Îttîhad û Terakkiyê” ye ku ji aliyê lêkolîner Orhan Nûrî Amîl ve hatiye nivîsandin.

Pirtûk li ser Serhildana Bedlîsê û têkoşîna Kurdan a li dijî siyaseta Komîteya Îtihad û Terakiyê disekine.

Li ser berga pirtûkê wiha hatiye nivîsîn,“Tradîsyona ku ji Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şêx Xalid, Şêx Sebxetullah, Şêx Şahabeddîn û Şêx (Mele) Selîm pêk tê li Kurdistanê xeteke neteweyî û dînî temsîl dike.

Vê xetê hewl daye li Kurdistanê Îslameka bi Kurdî bi pêş bikeve lêbelê di şexsê Mele Selîm û Şoreşa Bedlîsê de ev xet ji hêla emperyalîstên wê serdemê û Îttihadiyan ve hatiye astengkirin û qutbûneke mêjûyî li perçeyê Bakurê welêt rû daye.”

Çîroka zarokên YÎBOyê

Berhema sêyem, “Zarokên Kal” romana duyem a nivîskar Oktay Ozturk e.

Ozturk di vê romanê de çîrok û serpêhatiyên zarokên ku li dibistanên şevînî yên herêmê (YÎBO) mane vedibêje.

Li ser berga pirtûkê wiha hatiye nivîsîn,”Ew zarokên westiyayî yên çiyayên dûr in; pêlavên wan qirêj, çavên wan jî tijî bi xewn in. 3 dengên ciyawaz li ser dîwarên sar ên YÎBOyê olan dide: Bêdengiya Keno, hêrsa veşartî ya Zoro, çîrokên şikestî yên Şîno...

Pêdiviya wan bi hezkirinê, birçîbûna wan bi baldariyê heye, jiyan bi qasî taseke şorbe û cotek destên germ ji wan dûr e. Lê di çavên wan de cîhanên xeyalî hene: hêvî li pişt xeyalên wan ên veşartî ye û wekî xewneke şevekê ji pencereyê difire.

Rûdaw