Li nav "Hezar Ṣikeft" da hezar tam û çêjên Kurdayetiyê heye.
Eger hûn dixwazin gûh bidin romanek Kurdî ya bi zimanekî xweş û bi naverokeke têr û tije û dilsoj, "Hezar Ṣikeft" dikare ji bo we bijardeyek baş be. Roman ne tenê çîrokeke evînê ye, lê her wiha wêneyek ji dîroka Kurdan û têkoşîna wan jî pêşkêşî we dike.
Rizgar Botanî
Li van rojên germ yên havînê de, derfetek ji bo min rexsa ku li ser tora civakiya Youtube gûh bidim romana Omer Mewlûdî ya bi navê "Hezar Ṣikeft". Romana Mewlûdî yek ji berhemên wêjeya Kurdî ye ku bi awayeke xweş û bi bandor mijarên wekî evîn, şer û kevneşopiyên civaka Kurdî û bi taybetî jiyana gundewarên Rojhilatê Kurdistanê ya berî 80 yan 90 salan vedikole. Di nav de gelek wate, metel, gotegot û peyvên folklorî hene ku xwendevan û gûhdaran zêdetir fêrî ziman û çanda Kurdî dikin.
Di vê romanê de mirov dikare fêrî ziman û şêwaza nivîskî û bi zimanekî xweş û helbestî re rû bi rû bimîne. Mewlûdî di romana xwe de bi awayekî wêjeyî, çandî û çîrokî, gotinên pêşiyan, metelokên kevnar, vegotin û kevneşopiyên berî 80 salan yên beşek ji Rojhilatê Kurdistanê bikaraniye û wekî fîlmekê radixe pêş çavan.
Jiyana gelê Kurd ya (Li beşeke ji Rojhilatê Kurdistanê) û kevneşopiyên wan û dîrok, şer û mijarên wekî "evîna gelêrî" û "jiyana gundewarî û felsefeya civakê bi giştî" tê dîtin. Di romanê de, evîn, dildarî û xebatên mirovan yên ji bo jiyana rojane û azadiyê jî têne vegotin. Her wiha leheng û kesayetiyên romanê ji we re dikarin bibin mînakên nirxandina danustandin û tevgera wan mirovan.
Eger hûn dixwazin gûh bidin romanek Kurdî ya bi zimanekî xweş û bi naverokeke têr û tije û dilsoj, "Hezar Ṣikeft" dikare ji bo we bijardeyek baş be. Roman ne tenê çîrokeke evînê ye, lê her wiha wêneyek ji dîroka Kurdan û têkoşîna wan jî pêşkêşî we dike.
Hêro Mewlûdî jî hêza dengî ya xwendekara vê romanê ye. Ew xwendekara dengî, keça nivîskarê romanê bi xwe ye û ev e jî wateyeke manewî û rûhanî daye vê xebat û berhema bi keç û bav. Hêro Mewlûdî bi dengê xwe yê xweşik û zelal, wekî pîsporeke şanogera dengî yan şanogereke radyoyî vê romanê dixwîne. Ew bi deng û xwendina xwe ya xweşik, çîrokên romanê û wan serpêhatiyên Heme û Kewê ku lehengên romanê ne, ziman û hestên pertûkê di hişê gûhdaran de zindî dike û wan hest û têgihiştinan vedigûheze guhdaran.
Xwendekara romanê bi awayeke şareza kariye karakter û zaravayên cihêreng bi dengê xwe bide axaftin ku ew jî gûhdaran fêrî cihêrengiya zaravayên Kurdî dike.
Eger hûn ji romana Kurdî hez dikin û bixwazin vê germa havînê de, bi xewn û xeyala zozanên Rojhilatê Kurdistanê hênik bibin, eve derfeteke zêrîne ku hûn gûh bidin vê pirtûka dengî.
Hezar Ṣikeft1
https://www.youtube.com/watch?v=K6bg6lRm7vs
Hezar Ṣikeft2
https://www.youtube.com/watch?v=uUEMHTv_RvA
Hezar Ṣikeft3
https://www.youtube.com/watch?v=UzpkdoHV79A
Hezar Ṣikeft4
https://www.youtube.com/watch?v=G2C0lBqYr6k