Ciwanek bi awayekî ecêb tola bav û birayên xwe hildide
Di tawana Komkujiya Barzaniyan a ji aliyê desthilata Beasê ya Îraqê de gelek çîrokên bi êş hene, yek ji wan jî çîroka Xesro Mihemed Mîrxan Seîd Gerdî ye ku ji bo tolhildanê berê xwe daye taktîkeke ecêb û bibandor.

Piştî ku bav û du birayên wî ji aliyê rejîma Baasê ve tên enfalkirin, Xesro li tolhildanê difikire û ji bo vê yekê jî berê xwe dide mînên ku rejîma Baasê li ser sînor û gundên Başûrê Kurdistanê diçandin.
Di tawana Komkujiya Barzaniyan a ji aliyê desthilata Beasê ya Îraqê de gelek çîrokên bi êş hene, yek ji wan jî çîroka Xesro Mihemed Mîrxan Seîd Gerdî ye ku ji bo tolhildanê berê xwe daye taktîkeke ecêb û bibandor.
Beriya qonaxên Enfalê û di 31ê Tîrmeha 1983yan de, desthilata wê demê ya Îraqê 8 hezar Barzanî şehîd kirin.
Mihemed Mîrxan Seîd Gerdî, li gel du kurên xwe yên bi navê Sultan û Şewket di nav wan 8000 kesan de bûn.
"Mayîn li ser rêya leşkerên Beasê diçandin"
Eshed kurê Mihemed Mîrxan Gerdî ye û Rûdawê re got:
“Piştî şehîdbûna bav û du birayên min, ji bo tolhildana wan, birayekî min ê din ê bi navê Xesro dest bi rakirina mayînan û danîna wan a li ser rêya leşkerên Beasê kir.”
Xesro sala 1971ê ji dayîk bûye û sala 1988an zewiciye.
Dema şehîd bû bavê keçekê bû, keça wî niha li Zanîngeha Selahedînê mamoste ye û di heman demê de xwendekara doktorayê ye.
Rejîma Îraqê li ser sînorên Herêma Kurdistanê bi hezaran mayîn çandibûn, piştî şerê 8 salan ê Îran û Îraqê yê salên 1980-1988an hejmara mayînên çandî zêdetir bû.
Esead Mihemed Mîrxan got, “Birayê min Xesro çend salan ew mayînên ku hatibûn çandin radikirin û ji bo Beasiyan ji nû ve datanîn, di vî karî de jî serkeftî bû û çend caran dijmin kir armanc.”
Mayîn pê de teqiya
Xesro Mihemed Mîrxan, piştî nêzîkî şeş salan ji rakirina mayînan ji bo tolhildana bav û birayên xwe ji rejîma Beasê, sala 1989an di dema rakirina mayînekê de, mayîn pê de teqiya û canê xwe ji dest da.
Komkujiya Barzaniyan di rojeke wekî îro de di dawiya meha Tîrmehê de dest pê kir û heta nîvê Tebaxa 1983yan, 8 hezar xort, ciwan, mêr û kalên Barzanî hatin windakirin.
Piştî komkujiya Barzaniyan, rejîma wê demê ya Îraqê li Başûrê Kurdistanê pêngaveke berfirehtir a komkujiyê li hemberî Kurdan da destpêkirin ku wekî Enfalê tê naskirin û ji 8 qonaxan pêk tê.
Di Enfal û komkujiyê ya li gelê Kurd de, nêzîkî 190 hezar welatî hatin şehîdkirin, windakirin û bi zindî hatin binaxkirin.
Rûdaw