Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê kir

Jun 22, 2026 - 17:58
Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê kir

Roja duşemê 22ê Hezîrana 2026an li Pirmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Elbrus Kutrashev, Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku birêz Maxîm Robîn, Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê jî tê de amade bû, rewşa siyasî û geşedanên dawî yên herêmê hatin gotubêjkirin. Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê pesnê helwest û xweragiriya serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê ya li hember şer û aloziyên dawî yên herêmê da kir.

Di heman hevdîtinê de ronahî xistin ser rewşa Sûriyê û her wiha peywendiyên navbera Hikûmeta Herêmê û hikûmeta nû ya Iraq a federal û pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê. Her wiha tekez li ser pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê kirin.