Peyama Serok Barzanî, di 32yemîn salvegera weşandina Kovara Gulanê
Peyama Serok Barzanî, di 32yemîn salvegera weşandina Kovara Gulanê
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Rêzdar sernivîskar û karmendên Kovara Gulanê,
Bi boneya 32yemîn salvegera weşandina Kovara Gulan, germtirîn pîrozbahîyan pêşkêşî sernivîskar û hemû karmendên Kovara Gulan û xwendevanên we dikim.
Kovara Gulan her ji destpêka damezrandina xwe ve, rêbazeke cuda di nava rojnamegerîya Kurdî de bi kar anîye û herdem minberekî girîng bûye ji bo komkirina bîr û ramanên cûda yên destebijêrên hundirê Kurdistan, Iraq û derve, herdem hewl daye li ser bingehê pabendbûna bi prensîpên neteweyî û nîştimanî û rêzgirtina li hemû netewe û olên cûda yên Kurdistanê, ruhê lêborînê û bihevrejîyanê kûrtir bike.
Spasî hewl û keda we dikim, hêvîdar im herdem pabendî prensîpên bîra neteweyî û nîştimanî bin û, li gor asta daxwazên xelkê û guhertinên serdemê bin û hêvîya serkeftin û berdewamîyê ji we re dixwazim.
Mesûd Barzanî
22ê Nîsana 2026