Serok Nêçîrvan Barzanî Nameyek ji Şahê Urdunê Wergirt

Serok Nêçîrvan Barzanî Nameyek ji Şahê Urdunê Wergirt

Mar 29, 2026 - 16:10
Serok Nêçîrvan Barzanî Nameyek ji Şahê Urdunê Wergirt
Serok Nêçîrvan Barzanî Nameyek ji Şahê Urdunê Wergirt

Îro Yekşem, 29.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, nameyek ji hêja Şah Ebdullahê Duyemê kurê Husên, Şahê Keyaniya Urdunê ya Haşimî wergirt.

Di nameya xwe de, Şahê Urdunê sersaxî û hevxemîya xwe û ya Keyaniya Urdunê pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî û malbat û kesûkarên şehîdên êrîşa dronê ya 24ê vê mehê ya li ser Soran kir û hêvîya bi lez başbûnê ji bo birîndaran xwest.

Hêja Şahê Urdunê herwiha êrîşa dronê ya ku doh mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Dihokê kiribû armanc, bi tundî şermezar kir, û tekez li ser piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û parastina asayîş û ewlehiya Iraqê kir.