Peyama Serok Barzanî ji bo salvegera 56 saliya Peymana 11ê Adarê
Peyama Serok Barzanî ji bo salvegera 56 saliya Peymana 11ê Adarê
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Peymana 11ê Adarê berhema Şoreşa Îlonê bû bi rêberiya Barzaniyê nemir û xebat û cangoriya Pêşmerge û hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê bû. Berhema wê xebata bihêz û berfireh bû ku ji bo vegerandina mafên gelê Kurdistanê û bi destxistina demokrasiyê li Iraqê dest pê kir û di encamê de hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir ku bi awayekî fermî hinek ji mafên gelê me qebûl bike.
Di 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê de, rûmeta me ji bo tekoşîn û keda hemû Pêşmerge, şoreşger û welatparêzên Şoreşa Îlonê heye ku bi keda xwe û cangoriya xwe destkefta dîrokî ya peymana 11ê Adarê ji bo gelê me mîsoger kirin. Di vê bîranînê de em tekez li ser parastina destkeftan û peyama aştîxwaz û bihevrejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin û silavan ji giyanê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînin.
Mesûd Barzanî
11ê Adarê 2026