Peyama Serok Barzanî Bi Boneya Bîranîna Raperînê

Peyama Serok Barzanî Bi Boneya Bîranîna Raperînê

Mar 5, 2026 - 10:35
Peyama Serok Barzanî Bi Boneya Bîranîna Raperînê
Peyama Serok Barzanî Bi Boneya Bîranîna Raperînê

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya sîh û pêncemîn salvegera destpêka Raperîna gelê Kurdistanê, pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, xelkê hezkirî yê Kurdistanê û hemû welatparêz, têkoşer û azadîxwazên ku di bidestxistina vê destkefta hêja ya gelê me de roleke wan hebûye, dikim.

Raperîn berhem û berdewamiya têkoşîn û cangoriyên bi dehan salan ên girseyî û hêzên têkoşer ên Kurdistanê bû. Ew bûyera tijî serbilindî ye ji bo her kesekî Kurdistanê, di niha û pêşerojê de, peyama nehiştina xweradest nekirin û azadîxwazî û îradeya jiyaneke serbilind dihewîne.

Niha herêma me di rewşeke pir aloz û hestiyar re derbas dibe û em hêvîdar in ku her pirsgirêk û nakokiyên li herêmê heye, bi rêyên aştiyane bigihên encam û çareseriyê. Em jî çi ji destê me bê, em ê bikin ji bo ku Kurdistan ji şer û êş û nexweşiyê dûr be û parastî be.

Di vê bîranîna pîroz de, silavan li şehîdên Raperînê û hemû şehîdên riya azadiya Kurd û Kurdistanê re dişînin.

Mesûd Barzanî
5ê Adarê 2026