Peyama Pîrozbahiyê ya Serok Barzanî ji bo Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê
Peyama Pîrozbahiyê ya Serok Barzanî ji bo Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Birêz Kek Dana Ehmed Mecîd, Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê
Bi boneya hilbijartina we wekî Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê û hilbijartina endamên Civata Niştimanî ya tevgera we, ez pîrozbahiyê li we û endamên Civata Niştimanî û hemû endam û alîgirên Tevgera Goranê dikim. Ez hêvîdar im ku hilbijartina rêveberiya nû ya Tevgera Goranê xizmeta pêvajoya siyasî û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û lihevhatina di navbera aliyên siyasî de bike.
Hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.
Mesûd Barzanî
17ê Sibatê 2026