Dizeyî pêşwaziya Xwendekarên Beşa Protokolê ya Koleja Teknîkî ya Şeqlawa Kir
Dizeyî pêşwaziya Xwendekarên Beşa Protokolê ya Koleja Teknîkî ya Şeqlawa Kir
Berpirsê Peywendiyên Derve yên Hikûmetê Pêşwaziya Jimareyek Xwendekarên Beşa Protokolê ya Koleja Teknîkî ya Şeqlawa Kir
Îro Duşem, 19/1/2026, Sefîn Muhsîn Dizeyî, berpirsê Peywendiyên Derve yên Hikûmetê, pêşwaziya jimareyek xwendekarên beşa protokolê ya Koleja Teknîkî ya Şeqlawa kir. Li gel xêrhatin û hêviyên serkeftinê, wî kurteyek li ser destpêk û armanca damezrandina Fermangeha Peywendiyên Derve yên Hikûmetê pêşkêş kir û ronî kir li ser wan gavên ku bûne bingeha bihêzbûna zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê digel cîhana derve.
Birêz Dizeyî got ku tecrubeya Herêma Kurdistanê li gorî herêmên din ên cîhanê xwedî giranî û pêgeheke hêja ye. Di warê ewlehî û aramiyê de, di warê derfetên bazirganî û veberhênanê de, û di warê çanda aşitîxwazî û jiyana bi hev re ya pêkhateyan de navûdengekî xweş heye.
Di beşeke din a axaftinên xwe de, birêz Dizeyî ronî kir li ser avahiya îdarî ya nû ya daîreyê, ku ji ber berfirehbûna zêdetir a peywendiyan û vekirina zêdetir nûnertiyên welatan li Herêmê, avahî hat revîzekirin û çendîn rêveberî û beş hatin zêdekirin û kar bi awayekî hatiye dabeşkirin ku ji ti aliyekî ve kêmasî çênebe.
Paşê amadevanan çendîn pirs û têbînî li ser girîngiya peywendiyan, protokol û şêwazên kar digel dîplomatkaran pêşkêş kirin, û berpirsê peywendiyên derve yên hikûmetê bersiva nêrîn û pirsên wan da.
Dûv re, xwendekarên mêvan gera meydanî li nav daîreyê kirin û hemû rêveberî û beşên wê ji wan re hatin nasandin.