Peyamek ji Serok Barzanî

Peyamek ji Serok Barzanî

Dec 29, 2025 - 11:49
Peyamek ji Serok Barzanî
Peyamek ji Serok Barzanî

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Di derbarê posta Serokkomarê Iraqê de, divê hemû aliyên Kurdistanî ew bawerî hebe ku ev post para Kurdan e û ji bo ku Serokkomar nûneratiya rastîn a gelê Kurdistanê bike, divê mekanîzmaya hilbijartina Serokkomar jî guhartin tê de çêbibe û êdî tu aliyek ew postê wek milkê xwe yê taybet nezanê.

Mekanîzma jî divê wiha be ku: Yan di Parlamentoya Kurdistanê de kesek wek nûnerê Kurdan ji bo wergirtina posta Serokkomar bê diyarîkirin, yan jî tevahiya aliyên Kurdistanî bicivin û ji bo wê postê li ser kesekî li hev bikin, yan jî nûner û fraksiyonên Kurdî yên di Encûmena Nûnerên Iraqê de, kesekî ji bo wergirtina wê postê diyar bikin. Şert jî nîne ew kesê ku ji bo wergirtina posta Serokkomar tê diyarîkirin Partî be an Yekîtî be, dibe ji aliyek din be an jî bêalî be. Girîng ew e ku li ser wî kesî lihevhatina Kurdî hebe û nûneratiya gelê Kurdistanê bike ji bo wergirtina posta Serokkomarê Iraqê.

Mesûd Barzanî
29.12.2025