Kurdên Qefqasyayê Banga Yekîtiya Neteweyî Dikin

Konferansa Rola Kurdên Qefqasyayê Li Tibilîsî Bi Banga Yekîtiya Neteweyî û Piştevaniyê Bi Dawî Hat

Oct 19, 2025 - 17:48
Oct 19, 2025 - 17:53
Kurdên Qefqasyayê Banga Yekîtiya Neteweyî Dikin
Konferansa Rola Kurdên Qefqasyayê Li Tibilîsî Bi Banga Yekîtiya Neteweyî û Piştevaniyê Bi Dawî Hat

Tibilîsî - Gurcistan: Îro di 19ê Cotmeha 2025an de, bajarê dîrokî yê Tibilîsî, paytexta Gurcistanê, mazûvaniya Konferansa Duyemîn a "Rola Kurdên Qefqasyayê di Pêvajoya Netewesazîyê De" kir. Konferans, bi beşdariya zêdeyî 200 kesayetiyên siyasî, rewşenbîrî û civakî ji çar parçeyên Kurdistanê û ji diyasporaya Kurd, di atmosfereke germ û dostane de pêk hat û bangewaziyên xurt ji bo yekîtî û piştevaniya neteweyî hatin kirin.

Ev civîna girîng ji aliyê Konfederasyona Revenda Kurdistanî ya Qefqasîyayê, Enstîtuya Kurdên Qefqasîyayê, Komeleya Ronahî, Barêgehê Barzanî û Weqfa Kinyaz Îbrahim Mîrzoyêv ve hat organîzekirin.

Banga Yekîtiyê: Kurdistanek Bê Sînor

Îsmaîl Kamil, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, di axaftina xwe ya vekirinê de tekezî li ser girîngiya yekîtî û piştgiriya hevdu ya Kurdan kir. Kamîl destnîşan kir ku divê Kurd, ji bo pêşerojeke geş, îdeolojî û berjewendiyên partîtî yên xwe bidin aliyekî û bi ruhê neteweyî tevbigerin. Kamil got, "Yekîtîya me serketina me ye. Pêwîst e em Kurdên diyasporayê, hemû beşên Kurdistanê – Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojava û Kurdistana Sor li diyasporayê wekî perçeyekî nedabeşkirî bimînin û sînoran di navbera xwe de daneynin. Armanca me yek e, ew jî pêşerojeke azad û bi rûmet ji bo gelê me ye."

Dîroka Berxwedana Kurdên Qefqasîyayê

Xeyrî Bozanî, Şêwirmendê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di axaftina xwe de balkişand li ser dîroka kevnar û bi êş a Kurdên li Qefqasîyayê. Bozanî anî ziman ku Kurdên vê herêmê, tevî asîmîlasyon û zextên tund ên ku di demên cûrbecûr de li ser wan hatine ferzkirin, nasname, ziman û çanda xwe bi xwîn û fedakariyê parastine. Bozanî diyar kir ku Kurdên Qefqasîyayê, di dîroka berxwedana neteweyî ya Kurd de, roleke mezin lîstine û mîraseke giranbuha ji bo nifşên nû hiştine. Bozanî herwiha piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên diyasporayê giring bi nav kir û got, "Pêşketin û serkeftinên Herêma Kurdistanê, ji bo hemû Kurdên li derveyî welat hêviyek e ku karibin mafên xwe yên neteweyî bidest bixin."

Komkujiya Êzidiyan: Bîranînek Bi Êş

Huseyn Koro Îbrahîmê, Berpirsê Nivîsîngeha Rizgariyên Kurdên Êzdî Ji Destê Daîşê, di axavtina xwe de bal kişand ser Komkujiya Êzidiyan a di sala 2014an de ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li Şingalê hatibû kirin. Wî rewşa mirovî ya giran a bi hezaran Kurdên Êzidî, ku hîn jî winda ne an di destê terorîstan de ne, bi bîr xist û banga alîkariya civaka navneteweyî ji bo rizgarkirina wan û peydakirina piştgirîyê ji bo penaberên Êzidî kir. Filît diyar kir ku pêwîst e civaka navneteweyî berpirsyariya xwe bîne cih û ji bo dadmendiyê ji bo qurbaniyên Komkujiya Êzidiyan zextê bike.

Armanca Pêşerojê: Kurdistana Azad

Konferansê bi pêşkêşkirina raporên berfireh li ser rewşa Kurdan li welatên wekî Rûsya, Gurcistan, Ermenistan û Azerbaycanê, û herwiha li ser hewldanên dîplomatîk ên ji bo parastina nasname û mafên Kurdan di qada navneteweyî de, dewlemend bû. Beşdaran tekezî li ser rola girîng a rewşenbîr, hunermend, karsaz û siyasetmedarên Kurd kirin ku divê bi hevre ji bo doza Kurdistanê bixebitin.

Di dawiya konferansê de, beşdaran hêvî kirin ku ev civîn ne tenê ji bo axaftinê be, lê bibe bingehek ji bo gavên pratîkî û projeyên berbiçav. Bangewaziya herî mezin a ji konferansê derketî, avakirina Kurdistanek azad û serbixwe bû, ku tê de hemû Kurd bi aştî, wekhevî û dadmendî bijîn, û nasnameya wan a neteweyî bi temamî bê parastin. Konferans bi hêviya ku hevdîtinên bi vî rengî dê her sal bên dubarekirin û bibin pira yekîtiyê di navbera hemû Kurdan de bi dawî bû.