Bila hindik be, bila rindik be! Lê Destpêbike...

Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Bogazîçî Kulûba Axaftina Kurdî Dide Destpêkirin!

Oct 17, 2025 - 17:14
Oct 17, 2025 - 17:16
Bila hindik be, bila rindik be! Lê Destpêbike...
Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Bogazîçî Kulûba Axaftina Kurdî Dide Destpêkirin!

Stenbol - Anatolya: Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Bogazîçî bi armanca geşkirina ziman û çanda Kurdî, "Koma (Kulûba) Axaftina Kurdî" dide destpêkirin. Ev kulûb her hefte roja Çarşemê, di demjimêr 17:30an de li odeya klûbê ya li avahiya BUMED'ê (Burc 6) dê li dar bikeve.

Xwendekarên zanîngehê û her wiha hevalên ji derveyî zanîngehê jî dikarin beşdarî van çalakiyan bibin. Ji bo beşdarên ji derveyî kampusê, pêwîst e beriya çalakiyê peyamek rasterast (DM) ji Komîsyona Edebiyata Kurdî re bişînin da ku ji bo têketina kampusê alîkariya wan bê kirin.

Bi slogana "Bila hindik be, bila rindik be!", ev kulûb armanc dike ku ji bo axaftin û pêşxistina zimanê Kurdî bibe platformek girîng.

Agahiyên Çalakiyê:

Dem: Her Çarşem, 17:30

Cih: Odeya Klûbê, Avahiya BUMED (Burc 6)

Ji bo têketina kampusê (ji bo kesên derveyî zanîngehê): Beriya çalakiyê peyamê bişînin Komîsyona Edebiyata Kurdî.

Komîsyona Edebiyata Kurdî hemû hezkiriyên zimanê Kurdî vedixwîne vê platforma nû.