Serok Barzanî got: Em bi hev re dijîn û bi hev re dimirin.
Serok Barzanî ji me re got: Hûn di mal û axa xwe de ne, rewşa we rewşa me ye, em bi hev re dijîn û bi hev re dimirin.

Hewlêr - Kurdistan: Roja Yekşemê, 12ê Cotmeha 2025, Mar Nîqodîmos Dawûd Metî Şeref, Metranê Katedrala Um el-Nûr, di merasîma vekirina dêra Um el-Nûr de ragihand, "Rast e em gelek li bendê man, lê belê benda me bi ber bû û di dawiyê de me ev bedewiya bêhempa dît. Xwedê heqê hemî pesnan e di wan cihên pîroz de ku navê wî lê bilind dibe."
Wî her wiha got: "Spasiyên min ên taybet ji bo Mesrûr Barzanî hene, ku ew ji me hez dike û em jî ji wî hez dikin. Îro em hemî li dilê Enkawa ya hêja, şahidî bûyereke dîrokî û bêhempa ne di dîroka Dêra Rojhilat de, ku vekirin û pîrozkirina vê qada baweriyê ya dêra 'Um el-Nûr' e."
"Ev avahî ne tenê komek kevirên rûkirî ye, lê belê ew temsîla rondikên komkirî, birînên nepêçayî û êşan e, ku bûne sembola rabûnê li ser vê axa pîroz a Enkawa. Ev ax, zarok û birayên xwe yên ji Mûsil, Kerkûk û hemî deverên Iraqê hembêz kir, piştî ku terorê wan ji kokê de rakir, dêrên wan şewitandin û cihên perestgên wan wêran kirin."
Herwiha got: "Îro miriyên me ji bin wan axê radibin û xaçên xwe hildigirin û tekez dikin ku ew ê mala Xwedê ji nû ve ava bikin."
Mar Nîqodîmos Dawûd Metî Şeref destnîşan kir ku Xirîstiyan wisa hîs dikin ku ji axa xwe hatine derxistin, lê ew ji bo me ne xerîb in û em jî ji bo wan ne xerîb in. Ev axa bav û kalên me ye. Ev axa demên dûr û dirêj ên me ye. Em hemî xizmên hev in, yên ku birînên wan hatine derman kirin û hemî şahidiya wê ronahiyê didin.
Her wiha, baweriya me ji êşan kûrtir e, ronahiya Mesîh ji hemî tariyan ronîtir e, û dîwarên bilind jî şahidên hebûn û berxwedanê ne ji bo gelekî ku amade nebûn ji baweriya xwe ji dest berdin.
Herwiha got: "Em di vê rojê de spasdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, di serî de Mesrûr Barzanî. Bi eşkere jî, em vê di reftarên Mesrûr Barzanî yên bi me re, bi hevaltiya herî zêde, weke tiştekî xerîb nabînin, ji ber ku reftarên wî yên bi me re encama wê perwerdeya saxlem û malbata pîroz e ku Serok Barzanî serokatiyê dike."
Wî behs kir, dema em ji Mûsilê hatin ba Serok Barzanî û me berê xwe danê, em bi êş û azarên giran koçber bûbûn, di bîra me de ye ku dema em hatin, Serok Barzanî têgeheke bêhempa anî ziman ku her çend dubare bibe jî, em jê têr nabin. Wî ji me re got "Hûn xemgîn nebin, hûn li vir ne mêvan in, hûn di mal û axa xwe de ne, rewşa we rewşa me ye, em bi hev re dijîn û bi hev re dimirin."
Wî her wiha got, "Heke ew gotinên bav bin, bêguman kurê wî jî li ser heman rêyê dimeşe û planên wî pêk tîne. Em ji vir ve spas ji Serokwezîr dikin. Ev hikûmeta pîroz a Herêma Kurdistanê herdem vê erk û peywira pîroz girtiye ser xwe ji bo avakirina vê dêrê."