Jiyana Kurd Li Kazakîstanê Bi Hêviya Piştgiriya We Ye!

Rojnameya "Jiyana Kurd" Li Kazakîstanê bi hêviya piştgiriyê ye!

Oct 2, 2025 - 19:59
Oct 2, 2025 - 20:51
Jiyana Kurd Li Kazakîstanê Bi Hêviya Piştgiriya We Ye!
Rojnameya

Almatî - Kazakîstan: Di 9ê Îlona 2025an de, rojnameya "Jiyana Kurd", ku weşaneka Kurdên Kazakîstanê ye, careke din dest bi xebata xwe ya weşanê kir. Hesen Celîlov ku sernivîskar û serwêrê nû yê rojnameyê ye, di daxuyaniyekê de ji raya giştî re ragihand ku ew ji aliyê Komela Kurdên Kazakîstanê Berbang ve hatiye destnîşankirin, bang li hemî Kurdên dilsoz kir ku bibin endam û xebatkarên rojnameyê.

Hesen Celîlov di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku "Jiyana Kurd" rojnameyeke siyasî û civakî ye. Li ser rûpelên wê, xwendevan dê bikaribin agahiyên berfireh li ser siyaset, werzîş, çand, huner, dîrok û jiyana civakî de babetan bibînin. Celîlov anî ziman ku ew bi hêviya piştgiriya gelê Kurdin, dixwazin rojnameyê bixemilînin û karê wê pêşve bibin.

Serwêrê nû yê "Jiyana Kurd" her wiha got: "Ezê pirr şa bibim heger hûn bibin endam û xebatkarên rojnama me. Ez benda name û meqaleyên we me." Ev bang ji bo hemî nivîskar, rewşenbîr û kesên xwedî raman e ku bi nivîsên xwe beşdarî geşkirina rojnameya gelê Kurd bibin.

Bi weşana "Jiyana Kurd" re, tê payîn ku dengê civaka Kurdên Kazakîstanê hê bêtir bigihîje cîhanê û nasnameya wan a çandî û civakî were xurtkirin. Ev pêngav wekî gaveke girîng di dîroka çapemenî û çanda Kurdên Kazakîstanê de tê dîtin.

Ji Komara Kazakîstanê, Hesen Celîlov, serwêrê rojnama Jiyana Kurd, bi silavên germ daxuyaniya xwe bi dawî kir.

Ji bo piştgiriyê ji kerema xwe nameyên xwe ji bo vê email: barbang.info@mail.ru bişînin....