Serok Barzanî û El-Xencer: Tekezî li ser Hevkariya Aliyên Siyasî Kirin
Serok Barzanî û Xemîs El-Xencer: Tekezî li ser Hevkariya Aliyên Siyasî Kirin
Hewlêr - Kurdistan: Îro êvarî, Çarşemê, 01.10.2025, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Xemîs El-Xencer, Serokê Hevpeymaniya El-Siyade û şandeke pê re kir. Di vê civînê de, tekezî li ser girîngiya hevrêzî û hevkariya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê ya ji bo çareserkirina kêşeyên welat û misogerkirina serkeftina hilbijartinên pêşerojê de kirin.
Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, pêvajoya siyasî ya li welat û amadehiyên ji bo hilbijartinên Encumena Nûneran ên pêşerojê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Herwiha, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û gotûbêjên di navbera wan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, cihê danustandina bîr û ramanan bûn.
Her du aliyan bi hev re destnîşan kirin ku hevrêzî û piştgiriya hevbeş a di navbera hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê de, ji bo derbaskirina astengiyan û karkirina ji bo bidestxistina hilbijartineke serkeftî û parastina aramî û ewlehiya welat, gelekî girîng e.