Hikûmeta Kurdistanê Zarokên Nexweşên Talasemiyê Şand Derveyê Welat
Bi Rêberiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Koma Duyemîn a Nexweşên Talasemiyê Ji Bo Nexweşxaneyên Navneteweyî Hatin Şandin

Hewlêr - Kurdistan: Îro 01.10.2025 sibehê, ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, koma duyemîn a nexweşên talasemiyê, ku 40 nexweş ligel kesên bi wan re pêkhatibûn, bi amadebûna Wezîrê Tenduristiyê ber bi derveyî welêt ve hatin birêkirin.
Bi rêberiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, ev nexweş ji bo neştergeriyên çandina mejiyê hestî, ji bo nexweşxaneyên navneteweyî yên derveyî welêt hatin şandin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî lêçûnên rêwîtî, cîwarbûn û neştergeriyan li ser xwe girt. Ev yek di çarçoveya projeyeke giştî de ye ku tê de dê 140 nexweş ji bo dermankirinê li nexweşxaneyên navneteweyî yên pejirandî werin şandin, ku nirxê giştî yê projeyê digihîje 11 milyar dînaran.