Wanî Dibêjin: Bi xêr hatî berfa yekem a îsal

Welatiyên li Bexçesarayê yên Wanê berfbarîna yekem a sala nû bi têbîniyeke wiha li torên civakî de parve kirin: “Bi xêr hatî berfa yekem a îsal.”

Sep 22, 2025 - 10:59
Wanî Dibêjin: Bi xêr hatî berfa yekem a îsal
Wanî Dibêjin: Bi xêr hatî berfa yekem a îsal

Wan - Kurdistan: Îro 22.09.2025 li bajarê Wanê berfa yekem a sala nû barî. Li Wanê, bi hatina meha Îlonê re germahiya hewayê bi awayekî berçav daket, û li seranserê bajêr barana zêde bandora xwe nîşan da. Ligel barana gur, li navçeya Bexçesarayê, ku li deverên bilind ên bajêr e, berfa yekem a sala nû barî.

Wekî li tevahiya Kurdistan û Anatolya yê, li Wanê jî germahiya hewayê ji nişkê ve daket û berfa yekem a sala nû kete bajêr. Li Bexçesarayê, ku di nava salê de 6 mehan ji ber berfê rêyên wê têne girtin, îsal zivistaneke zû hat.

Welatiyên li Bexçesarayê yên Wanê berfbarîna yekem a sala nû bi têbîniyeke wiha li torên civakî de parve kirin: “Bi xêr hatî berfa yekem a îsal.”