Dr. Nûrî Osman Di Pêşwazîkirina Encûmena Bazirganî ya Amerîka - Iraq de Beşdar Bû

Serokê Nivîsîngeha Serokayetiya Herêma Kurdistanê di Merasîma Pêşwazîkirina Encûmena Bazirganî ya Amerîka - Iraq de Beşdar Bû

Sep 9, 2025 - 08:41
Dr. Nûrî Osman Di Pêşwazîkirina Encûmena Bazirganî ya Amerîka - Iraq de Beşdar Bû

Hewlêr Kurdistan: Êvara îro 8ê Îlona 2025ê Duşemê, birêz Dr. Nûrî Osman, Serokê Nivîsîngeha Serokayetiya Herêma Kurdistanê, beşdariya merasîmeke pêşwazîkirinê bû ku ji aliyê Jûra (Odeya) Bazirganî ya Amerîka - Kurdistanê ve ji bo şanda Encûmena Bazirganî ya Amerîka - Iraq li Hewlêrê hatibû amadekirin.

Di vê merasîmê de, ku gelek berpirsên îdarî yên Herêma Kurdistanê, xwediyên kar û karsaz û şîrket û kompanîyên navxweyî û navneteweyî, herweha Konsûla Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, Xanim Gwendolyn Green, amade bûn, birêz Dr. Nûrî Osman kêfxweşiya xwe ji bo serdana şanda Encûmena Bazirganî ya Amerîka - Iraq ji Herêma Kurdistanê re anî ziman. Wî herweha piştgirîya tevahî ji bo hêsankirina karên wan û serxistina erkên wan nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, şanda Encûmena Bazirganî ya Amerîka - Iraq, rola aborî û bazirganî ya Herêma Kurdistanê di Iraq û herêmê de wek roleke girîng û bi bandor nirxand. Wan tekezî li ser giringîya pêşxistina pêwendî û hevkariyên hevbeş di navbera herdu aliyan de kirin.