Daxwaza Aştiyê Û Pêkvejiyanê Ji Bo Kurdistan Û Cîhanê Kir
Serok Barzanî Bi Helkefta Cejna Mewlûdê Peyamek Belav Kir: Daxwaza Aştiyê Û Pêkvejiyanê Ji Bo Herêmê Û Cîhanê
Hewlêr – Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Mewlûdê, bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê lê bin), peyameke pîrozbahiyê belav kir. Di peyama xwe de, Barzanî germtirîn pîrozbahiyan li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û daxwaza aşitî û pêkvejiyanê anî ziman.
Serok Barzanî, Cejna Mewlûdê, ku roja jidayikbûna Pêxemberê mezin Mihemed e(Silavên Xwedê lê bin), li hemû misilmanan pîroz kir û hêviyên xwe yên ji bo paşerojeke tije aramî û bextewarî anî ziman.
Di peyama xwe de, Serok Barzanî destnîşan kir: "Bi helkefta hatina bîranîna jidayikbûna Pêxemberê mezin Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê lê bin) û Cejna Mewlûdê, germtirîn pîrozbahiyan li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim."
Barzanî her wiha daxwazên xwe yên ji bo paşerojeke baştir anî ziman û destnîşan kir: "Ji Xwedayê Mezin lava dikin ku di vê helkefta pîroz de deriyên xwe yên dilovanî û bereketê li rûyê gelê Kurdistanê û tevahiya gelên herêmê veke û ev bîranîna pîroz bibe sedema bi dawî hatina şer û jan û êşên miletan û aştî, dadperwerî û pêkvejiyan li ser herêma me û hemû cîhanê serdest bibe."