Semînera Berxwedana Çînê li Hember Japonyayê li Kurdistanê hate saz kirin

Semîner ji aliyê Balyozxaneya Çînê li Iraqê, Konsolosxaneya Giştî ya Çînê li Hewlêrê û Navenda Lêkolînên Çînê ya li Zanîngeha Silêmaniyê ve, bi piştgiriya Navenda Lêkolînên Însiyatîfa Şaristaniya Gerdûnî û Odeya Bazirganî ya Çînê li Herêma Kurdistanê / Iraqê hate amadekirin.

Aug 26, 2025 - 10:07
Semînera Berxwedana Çînê li Hember Japonyayê li Kurdistanê hate saz kirin

Li gor daxuyaniyeke Konsolosxaneya Giştî ya Çînê li Hewlêrê, di 25'ê Tebaxa 2025'an de, semînarek bi navê "Bîranîna Dîrokê û Avakirina Pêşerojek Baştir" li Zanîngeha Silêmaniyê ji bo bîranîna 80 saliya serketina Şerê Berxwedana Gelê Çînê li dijî êrîşa Japonê û Şerê Cîhanî yê Dijî - Faşîzmê hate lidarxistin.

Semîner ji aliyê Balyozxaneya Çînê li Iraqê, Konsolosxaneya Giştî ya Çînê li Hewlêrê û Navenda Lêkolînên Çînê ya li Zanîngeha Silêmaniyê ve, bi piştgiriya Navenda Lêkolînên Însiyatîfa Şaristaniya Gerdûnî û Odeya Bazirganî ya Çînê li Herêma Kurdistanê / Iraqê hate amadekirin.

Zêdetirî 600 kes beşdarî çalakiyê bûn, di nav wan de Balyozê Çînê birêz Cui Wei; Konsolosê Giştî yê Çînê li Hewlêrê, birêz Liu Jun; Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê / Iraqê, Mistefa Qadir, Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir û Dr. Kosar Mihemed Elî, Serokê Zanîngeha Silêmaniyê û gelek kesayetiyên akademîk û siyasî jî beşdar bûn.

Balyoz Cui di axaftina xwe de bal kişand ser rola Çînê wek qada sereke ya şer li Rojhilat di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de, û banga fêrbûna ji dîrokê, parastina aştiyê û avakirina paşerojek hevbeş ji bo mirovahiyê kir.

Di semînerê de ku du panelên gotûbêjê pêkdihat, zanayên û rêveberên karsaziyê yên ji Çînê û Herêma Kurdistanê nêrînên xwe yên li ser dîrok, nûbûnên Çînê û derfetên hevkariya di pêşerojê de anîn ziman.

Konsolosxaneya Giştî ya Çînê li Hewlêrê spasiya wan hemû mêvan û axaftvanên hêja ya ji bo beşdariya wan kir. Her wiha di dawiya peyama xwe de got: Werin em paşeroja xwe ji bîr nekin, qehremanên xwe bi rûmet bikin, qîmeta aştiyê bizanibin û bi hev re sibehek baştir ava bikin.