Me bi Bexda re li ser mekanîzma henardeya neftê li hev kir

Wezareta Samanên Xwezayî: Me bi Bexda re li ser mekanîzma henardeya neftê li hev kir

Aug 13, 2025 - 11:01
Aug 14, 2025 - 11:01
Me bi Bexda re li ser mekanîzma henardeya neftê li hev kir

Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li daxuyaniyek de eşkere kir ku piştî çendîn civînên bi şanda Wezareta Nefta Iraqa Federal re di derbarê mekanîzma henardekirina nefta Herêma Kurdistanê de me li hev kir û nivîsara peymanê jî hatiye wajo kirin.

Îro çarşem 13 ê Tebaxê li gor daxuyaniyeke fermî ku ji aliyê Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye belav kirin, şanda teknîkî ya her du aliyan gihîştine li hevkirineke dawî û nivîsara li hevkirinê jî ji aliyê 23 kesayetiyên şanda her du aliyan ve hatiye wajo kirin ku 17 kes ji wan endamê şanda Wezareta Nefta Iraqê bûn.

Li daxuyaniyê de hatiye zanîn, civîn li 17 ê temûza îsal destpêkirine û li vê mehê de serdana tevahiya kêlgehên neftî yên Herêma Kurdistanê hatiye kirin. PIştî nirxandina kêşeyên teknîkî û encamdana gotûbêjên hûr, li roja 11 ê Tebaxê li hevkirina dawî li ser mekanîzma henardekirina neftê hatiye kirin.

Peyman li ser bingeha berhema rojaneya kêlgehên neftî yên Herêma Kurdistanê ye, bi cûreyek ku piştî veqetandina 50 hezar bermîl ji bo dabînkirina pêdiviyên navxweya Herêma Kurdistanê, berhemanînên din bi mebesta henardekirinê radestî kompanyayên bi bazarkirina nefta Iraqê (Somo) yê tê kirin.

Wezareta Samanên Xwezayî balkişand li ser wê yekê ku ji bo destpêkirina proseya henardekirinê, tenê maye Hikûmeta Federaliya Iraqê bi Hikûmeta Tirkiyê re gotûbêjan bike bo ku ev peyman bê bi cîh kirin.