9. Festîvala Fîlmên Kurdî li New Yorkê tê lidarxistin

"Mijara me ya îsal bîranînek e ku nasnameya Kurdî ne yekalî ye," Qertel rave kir. "Her Kurdek dîrok, ziman û xewnek cûda hildigire. Sînema dihêle ku em van perspektîfan di yek cîhî de bînin cem hev."

Aug 12, 2025 - 15:44
9. Festîvala Fîlmên Kurdî li New Yorkê tê lidarxistin

Nehemîn Festîvala Fîlmên Kurdî li New Yorkê (NYKFF) ya îsal, ku di navbera 20-25ê Îlonê de li Village East by Angelika li bajarê New Yorkê tê lidarxistin, mijara îsal peywendiyên di nava neteweya Kurd de di bin dirûşma "Her Kurdek, Her Çîrok e" tê li dar xistin.

Di vî derbarî de Hev-Rêvebira NYKFF û Seroka Navenda Çandî ya Kurdî ya New Yorkê Xeyal Qertel ji Kurdistan Chronicle re got: "Em ji çar beşên Kurdistanê - Bakûrê Kurdistanê (Başûrê rojhilatê Tirkiyeyê), Başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistanê ya Iraqê), Rojhilatê Kurdistanê (Bakûrê rojavayê Îranê), û Rojavayê Kurdistanê (Bakûrê Sûriyeyê) - û her wiha ji diyasporaya Kurd, zêdetirê dehan fîlman pêşkêş dikin, dengên ku pir caran nayên bihîstin zêde dikin," 

"Mijara me ya îsal bîranînek e ku nasnameya Kurdî ne yekalî ye," Qertel rave kir. "Her Kurdek dîrok, ziman û xewnek cûda hildigire. Sînema dihêle ku em van perspektîfan di yek cîhî de bînin cem hev."

Hev-Derhênerê NYKFF Aram Hesen jî got: "Ev ji festîvaleke fîlman bêtir e. Ew kombûnek çandî ye ku çîrok pir dibin, Kurdên li seranserê sînoran û temaşevanan li seranserê çandan bi hev ve girêdidin."

Bernameya festîvalê fîlmên çîrokî, belgefîlm, kurtefîlm, anîmasyon û fîlmên xwendekaran bi zimanên Kurdî (Kurmancî û Soranî), Îngilîzî û zimanên din pêktê.

Qertel got: "Ji vegotinên pir kesane bigre heya şîroveyên civakî yên berfireh, her fîlm pêdagirbûna me ya temsîlkirinê nîşan dide - di nav de dengên jinan, yên rizgarbûyî yên Êzdî, penaberan, civaka lal û kêmendam û kesên ku di koçberiyê de dijîn."

Her wiha da zanîn ku fîlmek li ser Êzdiyan dê li Washingtonê li ser ekranê were nîşandan. 

Ji bo şeva vekirinê, festîval dê belgefîlmek ku li ser lêgerîna keçek Êzdî ya ji bo malbata xwe piştî ku ji dîlgirtina DAIŞê rizgar bû, nîşan bide.

Xelata Mezin a Cenevreyê ji Fîlmek li ser Kurekî Kurd ê lal re Hate Dayîn

Bernameya festîvalê Jiyana Berfê (Bakurê Kurdistanê) vedihewîne, çîrokek evînê ku li hember bahozek berfê û aloziyek siyasî hatî çêkirin; Name Me Lawand (UK), ku rêwîtiya kurekî lal ji Iraqê ber bi Britanya ve dişopîne da ku ziman û aîdiyetê bibîne, û piştre bi civaka lal a New Yorkê re pirs û bersiv tê kirin; Demsala Nan (The Bread Season) (Rojhilatê Kurdistan/DYA), portreyek dilşewat a malbateke Kurd e ku di heman demê de hêviyê diparêzin û zehmetiyan dikişînin; All the Mountains Give (Rojhilatê Kurdistan), ku tê de du heval jiyana xwe dixin xeterê wekî kolberên ku sînorên Îranê derbas dikin; û Hope (Bakurê Kurdistan), fîlma şeva dawîn a li ser malbat, man û nemanê û girêdana di navbera jineke ciwan û pezên wê de.