Festîvala hêjîran li Teqteqê tê lidarxistin
Parêzgarê Teqteqê herwesa ragihand, “Ev festîval ji bo firotina berhemên cotkaran û hem jî ji bo nasandina berhemên çandiniyê bi geştiyarên ku tên Koye û Teqteqê û hemî jî ji bo kişandina geştiyaran e.”
Gera çarê ya Festîvala Hejîran li roja 15ê vê mehê li bajarkê Teqteqê tê lidarxistin. Parêzgarê Teqteqê jî got, “Her sê festîvalên borî gihîştine armancên xwe, lewma em dê her sal berdewam bikin.”
Parêzgarê Teqteqê Aso Mistefa îro (Çarşem, 6ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Ev sala çarê ye ku festîvala hêjîran li Teqteqê tê lidarxistin ji ber ku Teqteq bi gelek keskatî û fêkiyan û herî zêde jî bi hêjîran navdar e.
Aso Mistefa herwesa got, “Me her sal 1000 tonên berhemê hêjîran hene û em wan dişînin bajarên navxwe û yên Iraqê.”
Navbirî amaje jî da, “Festîvala îsal dê li roja 15ê vê mehê bê lidarxistin û dê ji bo wan kesên ku dixwazin bên festîvalê berdewam be.”
Parêzgarê Teqteqê herwesa ragihand, “Ev festîval ji bo firotina berhemên cotkaran û hem jî ji bo nasandina berhemên çandiniyê bi geştiyarên ku tên Koye û Teqteqê û hemî jî ji bo kişandina geştiyaran e.”
Parêzgarê Teqteqê eşkere jî kir, “Her sê festîvalên borî gihîştine armancên xwe, lewma em dê her sal berdewam bikin.”