BCF Sûtemeniyê li Rojavayê Kurdistanê Dabeş Dike
BCF Sûtemeniyê li Rojavayê Kurdistanê Dabeş Dike
Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF), di roja 23.01.2026an de sotemenî gihande Rojavayê Kurdistanê, û di 24.01.2026an de jî li ser 325 malbatên koçber ên bajarê Amûdê hate dabeşkirin.
Ev hevkarî di berdewamiya wê pêngavê de ne ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo gihandina alîkarî û piştgiriyê ji Rojavayê Kurdistanê re daye destpêkirin, bi armanca piştgirîkirina malbatên koçber û dabînkirina pêdiviyên wan ên bingehîn ji bo koçber û gelê Rojavayê Kurdistanê.