Li Orşelîmê Seyrana Kurdî - Îsraîlî 2025

Li Orşelîmê Seyraneke Kurdî ya Zindî û Jibîrnekirî: Kurdên Cihû Çanda Xwe Bilind Dikin

Oct 11, 2025 - 13:06
Oct 11, 2025 - 13:11
Li Orşelîmê Seyrana Kurdî - Îsraîlî 2025
Li Orşelîmê Seyraneke Kurdî ya Zindî û Jibîrnekirî: Kurdên Cihû Çanda Xwe Bilind Dikin

Orşelîm - Îsraîl: Doh 09.10.2025 Bi şahî û coşeke mezin, civata Kurdên Cihû li Orşelîmê, bi pêşengiya kesayetên wekî Davîd Yitshaq, pîrozbahiyeke Seyranê ya Kurdî li dar xist ku bû ezmûnek zindî û jibîrnekirî bû. Ev bûyer, ku têkiliya kûr a di navbera Kurdistan û Îsraîlê de nîşan dide, demên tije kêf û şahî pêşkêş kirin.

Beşdaran bi bîranînên xweş ên zarokatiyê û bi çîrokên bapîrên xwe yên ji Kurdistana hêja hatin cem hev. Merasîm, bi beşdariya baştirîn stranbêjên civata Kurd û reqsên folklorî yên ku dilên beşdaran dihejandin, hate geşkirin. Atmosfera şahiyê bi rengên alên Îsraîlê û Kurdistanê hate xemilandin.

Ji bo beşdaran, ev bûyerek bû ku şanaziyeke mezin nîşan dida ku çanda wan a kevnar a Kurdî, ku ji Kurdistana bedew hatiye, didomînin û bilind dihêlin. Hêviyên wan e ku civata wan a bi rûmet li Îsraîlê dê kevneşopiya Seyranê ji bo salên pêş de biparêze û bilind bihêle.

Nûçegihanê BBC bi Tesadûfî Rastî Bûyerê Tê

Jiyar Gol ku Peyamnêrê BBC ye, bi tesadûfî rastî vê pîrozbahiyê hatibû, balkişand ser berdewamiya zindî ya vê çandê. Gol diyar kir, "Îşev plan kiribû ku li Qudisê bim. Min dengê muzîka Kurdî bihîst û çûm. Min dît ku bernameya Cihûyên Kurd, pir balkêş e. Min çendîn, pênc an şeş nifş berî niha serdana vir kiribû, lê wan hîn reqsên xwe ji bîr nekirine."

Ev dîtin, girîngiya parastina mîrata çandî ya Cihûyên Kurd li diyasporayê û têkiliya wan a kûr bi kokên xwe yên Kurdistanî re, careke din eşkere dike.

Ji bo temaşekirina tevahiya bernemaya Seyrana Kurd û Îsraîlî li vê girêdanê bitikînin..

https://www.facebook.com/yby40/videos/1258204503017848

https://www.facebook.com/715750507/videos/pcb.10173191610150508/1427185945720635

https://www.facebook.com/715750507/videos/pcb.10173191610150508/4280214002261960