Keçên Kurd Bi Cilên Kurdî Ve li Qatar Debate Gihîştin Qonaxa Fînalê
Asîya û Yara, Nûnerên Ciwanên Kurd, Piştî Pêşbirkek Zehmetî Gihîştin Qonaxa Pêşketî ya Qatar Debate
Doha - Qatar: Ciwanên Kurd ên xwedî behre, Asîya û Yara, ku bi piştgiriya Weqfa Kurdistanê (Kurdistan Foundation) di bernameya "Qatar Debate Open BP" de cih girtin, piştî derbaskirina qonaxên dijwar, gihîştin qonaxa dawî ya pêşbirka bilind (pêşdawî an ku finalê). Asîya û Yara piştî çar gerên gotûbêj û pêşbaziyê bi 12 tîmên cuda gihîştin qonaxa pêşîn." Ev serkeftin, şiyana wan a ramana rexneyî, diyalog û jêhatîbûna axaftina giştî nîşan dide.
Weqfa Qatarê, ku li Rojhilata Navîn navendeke girîng a guhertina ramanan e, ev bername bi rêxistin kiriye da ku ciwanan bi şarezayiyên pêwîst ên ji bo serkeftina di qada navneteweyî de, bi taybetî di warê ramana rexneyî, gotûbêj û axaftina li ber gel de, bihêz bike.
Ji destpêka damezrandina xwe ve, Weqfa Kurdistanê her dem pêdagirê nûnerkirina behreyên ciwanên Kurd di bûyer, bername û pêşbaziyên navneteweyî de bûye. Piştgiriya Asîya û Yara di vê programa prestîj de, careke din pabendbûna Weqfa Kurdistanê ya ji bo xurtkirina ciwanên Kurd û nîşandana kapasîteyên wan li ser sehneya cîhanî, dide nîşan. Gihîştina wan a vê qonaxa pêşketî, ne tenê serkeftineke kesane ye, lê belê ji bo ciwanên Kurd bi giştî jî serbilindî û îlhamê tîne.