Dizeyî: Em rabirdûyê ji bîr nakin, lê em ji bo paşerojeke geş kar dikin

Sefîn Muhsîn Dizeyî Pêşwazî Li Şandeke Almanî Kir, Piştgiriya Parlamentoya Almanyayê Ji Bo Kurdistanê Hat Nîqaşkirin

Oct 1, 2025 - 12:02
Dizeyî: Em rabirdûyê ji bîr nakin, lê em ji bo paşerojeke geş kar dikin
Sefîn Muhsîn Dizeyî Pêşwazî Li Şandeke Almanî Kir, Piştgiriya Parlamentoya Almanyayê Ji Bo Kurdistanê Hat Nîqaşkirin

Hewlêr - Kurdistan: Îro Çarşemê, 1ê Cotmeha 2025an, Sefîn Muhsîn Dizeyî, Berpirsê Peywendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke Almanî ya bi serokatiya Serdar Yüksel, Endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê û Serokê Komîteya Parlamentoyî ya Hevbeş a Almanya û Tirkiyeyê kir.

Di serdana şandê de, ku Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî beşdar bû, şanda mêvan daxwaza welatê xwe ji bo piştgiriyeke zêdetir ji Herêma Kurdistanê re, bi taybetî jî parastina mafên gelê Kurdistanê li ser platforma Parlamentoya Almanyayê, dubare kir. Ev yek jî bi riya avakirina komeke parlamentoyî ji hemî partiyên Almanyayê ji bo piştgiriya gelê Kurdistanê dê were kirin.

Dizeyî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Bi navê Hikûmeta Herêmê, em bi germî pêşwaziyê li vê însiyatîfa we dikin ji bo damezrandina komeke parlamentoyî ji bo dostaniya ligel gelê Kurdistanê û em vê pêngavê gelek bilind dinirxînin."

Berpirsê Peywendiyên Derve yên Hikûmetê bi kurtî li ser qonaxên Herêma Kurdistanê ji serdema rejîmên berê heta Raperîn û qonaxên azadî û geşedanê pêşkêş kir. Dizeyî tekez kir ku em rabirdûyê ji bîr nakin, lê em ji bo paşerojeke geş kar dikin. Çawa ku têkiliyên me ligel Almanyayê di hin waran de di asteke baş de ne, em dixwazin têkiliyên me di sektorên aborî û bazirganiyê de jî berfirehtir bibin.

Parlamenterê Almanî Serdar Yüksel pesnê pêşketinên Herêma Kurdistanê, rewşa aramî û pêkvejiyana di navbera ol û neteweyan de li Herêma Kurdistanê da. Wî hêvî kir ku ew jî karibin têkiliyên xwe bi hevkar û şîrketên veberhêner û rêxistinên mirovî re li Herêma Kurdistanê berfirehtir bikin û alîkarî ji bo Herêmê di asta pêwîst de be.