Hez ji têkilhevkirina rengan dike
her kesekî yan keseka behreyek li dev hebe, bi taybet jî behreya hunerî bila bê şiyanên xwe diyar bike, ji bo wê yekê ku em hemû pêkve bi şêweyekê baştir xizmeta hunera Kurdî bikîn.
Şêwekar Tara Mihemed di hevdîtinek da ji bo rojnameya Evro got: Çêkirina kevalan heza mina zarokîniyê bû, gelek keyfxweş bûm dema ew heza min bi cîh hat û niha gelek cûreyên kevalan çêdikim. Her wiha gelek hez ji têkilhevkirina rengan dikim.
Her wisa got: Ji bo demê bê çendîn plan li ber dest hene, hinek ji wan min li bere bi hejmareka hevalên xwe re hinek dîwaran bi nexşînîn, an ku wêneyan li ser çêbikîn. Ji bo wê yekê ku xweşikiyeke din bidin bajêrê me û daxwazê ji hemû ciwanan dikim her kesekî yan keseka behreyek li dev hebe, bi taybet jî behreya hunerî bila bê şiyanên xwe diyar bike, ji bo wê yekê ku em hemû pêkve bi şêweyekê baştir xizmeta hunera Kurdî bikîn.
Solîn Silêman: